Li Misrê şêwirmendê Îxwan El-Mislêmîn Mehmûd Izet hate girtin

Wezareta Kar û Barên Hundirîn ya Misrê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro şêwirmendê Îxwan El-Mislêmîn Mehmûd Izet ji aliyên hêzên ewlekariyê ve bi operasyonekê hatiye girtin.

Wezareta Kar û Barên Hundirîn yê Misrê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên ewlekariyê li taxekî yê Qahîreyê yek ji rêveberên Îxwan El-Mislêmîn yê bi navê Mehmûd Izet ku ji rêxistina Îxwan re şêwirmendî dikir hatiye girtin. Her wiha hatiye gotin ku Izet ew demeke ku li wê taxê niştecih bûye û bi mebesta xwe veşartinê agahiyên derewîn di nava gel de belav dikir.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku hêzên ewlekariyê di serdegirtina malekê ya ku endamê Îxwan El-Mislêmîn têde xwe veşartibû de tevî ku ew endamê rêxistinê girtine, lêgerîna malê pêkanîne. Di encamê wê lêgerînê de rastî çendîn cîhazên mîna kompûter û telefonên ku bi şîfre kar dikin hatine. Wate bi rêya wan telefonan pêywendiya xwe ya bi endamên din ên nava welat û ji derweyî welat bi awayeke weşartî pêk dianîn.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Mehmûd Izet yekemîn berpirsiyarê damezrînerê çekdarên rêxistina Îxwan e û di heman demê de berpirsê hemû çalakiyên ku ji 30’ê Hezîran a 2013’an û heya niha li welat bi mebesta xirabkirina aramiya welat pêkhatine ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku lêpirsîna Mehmûd Izet hatiye kirin û di derbarê wî de sizaya pêwîst hatiye diyarkirin. Hêzên ewlekariyê tekezkiriye ku vê ji bo parastina aramiya welat wê di pêkanîna operasyonên bi vî rengî de berdewam bin.