Li Misrê li girtîgeha El Aqrap 130 girtî di greva birçîbûnê de ne

Rêxistina Efû ya Navneteweyî ragihand ku li girtîgeha El Aqrap a Misrê 130 girtî ev 6 hefte ne di greva birçîbûnê de ne.

Rêxistina Efû ya Navneteweyî diyar kir ku girtî ji ber astengkirina hevdîtinê ya bi malbat û ji bo protestokirina şert û mercên dijî mirovahiyê yên li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne. Li aliyê din Rêxistina Efû ya Navneteweyî diyar kir ku rayedarên girtîgehê zext û tundiyê li girtiyên di greva birçîbûnê de ne dikin.

Rêxistina Efû ya Navneteweyî diyar kir ku cezayê dîsîplînê li hinek girtiyan hatiye birîn û greva girtiyan 17’ê Hezîranê dest pê kiriye.

Di daxuyaniya rêxistinê de hate gotin; “Herî kêm çavê deh girtiyan bi banda reş hatiye girtin, avêtine hucreyên taybet û bê navber li wê derê tên girtin.” Li aliyê din hate ragihandin ku ev agahî ji aliyê girtiyekê ve hatine dayîn.

Rêxistina Efû ya Navneteweyî diyar kir ku astengkirina serdanên malbatên girtiyan, mafên navneteweyî binpê dike. Di daxuyaniya Rêxistina Efû ya Navneteweyî ya 10’ê Tîrmehê de hatibû gotin ku rayedar bi keyfî mirovan li girtîgehan de digrin.