Li Meksîko wê li şûna peykerê Colomb ji bo jinan bîrdarî were danîn

Li paytexta Meksîka Meksîkoyê wê peykerê Chrîstophe Colomb were rakirin li şûna wê ji bo balê bikişînin ser rola jinên xwecih ên di dîrokê de bîrdarî were danîn.

Li gorî nûçeyeke di rojnameya Parîsîenê de li paytexta Meksîka Meksîkoyê wê peykerê Chrîstophe Colomb were rakirin li şûna wê ji bo ku balê bikişînin ser rola jinan a di dîrokê de wê bîrdariyeke were daynîn.

Şaredarê Meksîkoyê Claduî Scheînbaûm daxuyanî da û got, peykerên Colomb ê li kolanen mezin ên li Meksîkoyê wê were rakirin û li şûna wê bîrdariyek ji bo bîranîna jinên xwecih were danîn.

Claduî Scheînbaûm got bîrdariyê wê diyarî ''dada civakî'' bikin.

Şaredar bal kişande ser rola dîrokî ya Colomb, diyar kir du aliyên vê hene. Bi berdewamî got Colomb ji bo Ewropa bi rengê ku Emerîka keşf kiriye rola xwe heye lê ji bo gelê xwecih ev weeke vekirina deriyê li mêtingeriyê hatiye dîtin.

Ev biryar di demeke wiha de hatiye standin ku nîqaşên bi rengê ''bêmêtingerîkirin'' têne kirin. Van salên dawî bi çalakiyên protestoyî yên Black Lîves Matter li Boston, Chîcago û Mîamî û gelek bajaran peykerên Colomb hatibûn rakirin.