Li Meksîkayê qeza: Herî kêm 53 koçber mirin

Li ser rêya koçberiyê, li Meksîkayê qezayeke giran rû da. Herî kêm 53 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Qemyona ku zêdeyî 100 koçber tê de bûn li eyaleta Chiapas a Meksîkayê wergeriya.

Rayedaran diyar kirin, ku ev bûyer yek ji qezayên herî giran ên li Meksîkayê yê.

Hate ragihandin ku herî kêm 53 koçberan jiyana xwe ji dest dane, 58 koçber jî birîndar bûne.

Li gorî rayedaran, koçberên di qemyonê de ji welatên Amerîka Navîn ji Hondûras û Gûatemalayê bûn û gelek jin û zarok di nav de bûn.

Her sal bi sed hezaran koçberên ji welatên Amerîka Navîn, ji ber xizanî û tundiyê hewl didin di ser Meksîkayê re derbasî Amerîkayê bibin.

Di vê rêwîtiya metirsîdar de, tenê îsal 650 koçberan jiyana xwe ji dest dan.