Li Meksîkayê nûçegihanek mirî hate dîtin

Li Meksîkayê termê nûçegihanekî li baxaja wesayitekê hate dîtin.

Li Meksîkayê nûçegihanekî dî jî hate kuştin. Ji destpêka vê salê ve li Meksîkayê heta niha 7 nûçegihan hatine kuştn.

Termê Midûrê portala nînternetê ya bi navê Guerrero Al Înstete Rogelîo Barragan di baxaja wesayitekê de hate dîtin. Tê gotin li ser rûyê Barragan birîn hene û her wiha li ser mêjiyê wî jî.

Nûçegihanên Sînorneas diyar kir Barragan ev 6 sal in nûçegihaniyê dike.

Midûrê RSF'ê yê Meskîkayê Balbîna Floser ji AFP'ê re axivî û got, ''Em hewl didin biçespînin ku têkildarî karê xwe hatiye kuştin.''

Nêzî 10 nûçegihanan di malpera Guerrero Al Înstete de dixebitin.