Li Meksîkayê erdheja bi pîleya 8.2: Bi kêmanî 61 kes mirin

Li Meksîkayê duh erdheja bi pîleya 8.2 çêbû, bi kêmanî 61 kes mirin.

 

Li peravên başûr ê Meksîka, li Okyanûsa Pasîfîkê mezintirîn erdheja vê sed sala dawî çêbû, bi kêmanî 61 kes mirin.

Navenda Lêkolînê ya Jeolojojîk a DYA’yê diyar kir navenda erdhejê 87 kîlometre li başûrêroajva yê bajarê Pijîjîapanê ya Meksîkayê ye û kûrahiya wê bi 70 kîlometreyî ye.

Waliyê eyaleta Oaxaca a Meksîka Alejandro Murat got li bajarê Juchîtanê 17 bi giştî 20 kes mirin.

Li gorî çapameniya xwecih li eyaleta Chîapasê 4 kes, li eyaleta Tabasco yek jê pitik du zarok mirin. Rayedaran diyar kirin li Guatemala jî kesekî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Hişyariyê ya Tsûnamî ya Pasîfîkê diyar kir pêlên tsûnamiyê ‘asta wê ya rabûn û daketin dikare bibe 2-3 metreyan û dibe ku li peravên Meksîkayê xuya bibe.’’

Piştî erdhejê li Meksîkayê di navbera 4,3 û 5,7 de gelek erdhejên peyrev çêbûn.

Li paytext Mexîco Cîty elektrîk qut bû, tê gotin ji ber erdhejê ziyaneke mezin çênebû.

Li eyaleta Mexîco Cîty û li eyaleta Chîapasê dibistan hatin taloqkirin.

Erdheja niha ji erdheja 1985’an a li Mexîco Cîtyê pêk hatibû mezintir bû ku bûbû sedema mirina gelek kesan.