Li Meksîkayê derman kêm in: Bi hezaran zarok bi mirinê re rû bi rû ne

Li Meksîkayê ku bi dehan milyon zarok ji ewlekariya civakî bêpar hatine hiştin, salên dawî derman kêm bû û ji ber vê yekê jî tedawiya bi hezaran zarokên bi nexweşiya losemî nayê kirin.

Li Meksîkayê ku nifûsa xwe 127 milyon kes in, bi hezaran zarokên bi nexweşiya losemî ya Akût lenfoblastîk in nikarin bên tedawîkirin.

Tenê li nexweşxaneya zarokan a Federîco Gomez a li paytext Meksîkoyê nêzî 500 zarokên nexweşên losemî ji ber ku nikarin derman peyda bikin zor û zehmetiyan dikişînin. Li gorî agahiyên ji aliyê rayedaran ve hatin parvekirin, pirsgirêka nepeydakirina dermanan a ku Îlon û Cotmeha 2018'an rû da, di Sibat û Tebaxa 2019'an de jî hebû.

FEBRÎQEYÊN HILDIBERÎNIN Û BELAV DIKIN HATIN GIRTIN

Ji 17 febrîqeyên ku dermanê Methotrexate (MTX) yê li dijî akût lenfoîd losemî tê bikaranîn çêdikirin, 7 ji wan meha Tebaxê hatin girtin. Ev yek bû sedem ku pirsgirêk girantir bibe. Hikumeta nû soz dabû ku ji ber pirsgirêka dermanan wê rê nedin ku tedawiya losemî raweste.

Li Meksîkayê hejmara zarokên bi ti awayî nikarin sûdê ji derfetên ewlekariya civakî werbigirin 26.4 milyon kes in. Di sala 2003'an de sîstema bi navê "sîgorta gel" ketibû meriyetê, lê destpêka vê salê hatibû betalkirin. Bi saya vê bernameyê bi dehan milyon zarok dikarîbûn tedawî bibin.