Li Meksîkayê bi hezaran avahiyên dîrokî ji erdhejê zerar dîtin

Ji ber du erdhejên vê mehê li Meksîkayê rû dan, gelek avahiyên dîrokî ku yên mîrateya çandî ya cîhanê jî di navê de hene, zerar dîtin.

Ji ber erdheja bi dijwariya 8,1 pileyî ku 7'ê Îlonê li başûrê welêt rû da, 100 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber erdheja bi dijwariya 7,1 pileyî ya 19'ê Îlonê ya li paytext Meksîko Cîty, 337 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, ji ber erdhejê gelek berhem û avahiyên dîrokî yên ji sedan salî yên welêt, zerareke mezin dîtine. Wezîra Çandî Marîa Crîstîna Garcîa Cepeda got, berhemên dîrokî yên li welêt bi giranî hilweşiyane û zerar dîtine.

Li gorî rayedarên Meksîkayê, xisareke mezin li 14 perestgeh û keşîşxaneyên li eyaletên Morelos û Pûeblas ên ji sedsala 16'an mane, bûne. Ev her 14 avahiyên dîrokî di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê ya ÛNESCO de cih digire.

Tê got, hejmara dêr, perestgeh û avahiyên din ên dîrokî yên ji ber her du erdhejan li gelemperiya welêt zerar dîtine, zêdeyî hezar û 500 e. Tê texmînkirin, ku maliyeta restorekirina van avahiyên dîrokî bi qasî 400 mîlyon dolar e.