Li Meksîkayê balafir kete xwarê: 85 kes birîndar bûn

Balafireke ku 101 kes tê de bûn, dema dadiket kete xwarê. Di bûyerê de kesek nemir, lê 85 kes birîndar bûn.

Balafira şîrketa Aeromexîco, roja Sêşemê li bajarê Dûrango yê eyaleta Dûrango kete xwarê. Wezîrê Ragihandinê Geardo Rûîz Eparza diyar kir ku balafira sefera Dûrango û paytext Meksîko dikir, li gorî dema herêmê saet 16'an kete xwarê.

Wezîr ragihand, di balafirê de 97 rêwî û 4 personel hebûn. Li gorî rayedaran 49 ji birîndaran rakirine nexweşxaneyê, yên din jî vegeriyane malên xwe.

Berdevkê parastina sivîl a herêmî Alejandro Cardoza diyar kir ku di dema daketina balafirê de zîpikê daye û li balafira ku ji neçarî daketiye şewat derketiye, lê agir bi ti rêwiyan neketiye.

Li Meksîkayê, Tîrmeha 1918'ê balafireke rêwiyan a şîrketa Aeromexîco li bajarê Chîhûahûa yê bakurê welêt di dema daketinê de ketibû xwarê û 32 kes miribûn.