Li Meksîkayê bagera teyrokê: Bajarek di bin teyrokê de ma

Li bajarê Meksîka Gûadalajara û derdora wê ku pileya germahiyê 31 bû, di carekê de teyrokê lêkir û bajêr dibin teyrokê de ma.

Roja Yekşemê li bajarê Gûadalajara û derdora wê teyrokeke bihêz lêkir. Ji ber teyrokê gelek mal, cihên kar û wesayît texrîb bûn.

Waliyê Eyaleta Jalîsco Enrîqûe Alfaro ragihand ku tu caran nebûne şahidê sehneyekî wiha.

Li herêma ku navenda bajêre beriya teyrokê pileya germaniyê bûbû 31.

Stûrahiya qeşaya derket 2 metreyan. Şaredariyên Gûadalajara û Tlaqûepaqûeyê ragihand ku zirar gihişte 200 mal û cihên kar, herî kêm 50 wesayît ketin ber lehiya teyrokê.