Li Marsîlyayê xemsariya hikûmetê hate protestokirin

Piştî 9 rojan a hilweşîna 3 avahiyan a li navenda Marsîlyayê û şûnde, bi hezaran kes daketin qadan û xemsariya hikûmetê protestokirin.

Ji bo 8 kesên di encama hilweşîna avahiyê de miribûn, bi 8 meşale û 8 portreyan meşek hate kirin.

Çalakiya bi navê ‘Meşa hêrsê’, bi hatina ba hev a bi hezaran kes a li qada Canabîereyê dest bi meşê kirin heta Şaredariya Marsîlyayê.

Di çalakiyê de hêrsa çalakiyan a li dijî şaredariyê di asta herî jor de bû.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Di destan de xwîn, li destan kelepçe’ bal kişand û bi yek dengî dirûşmên ‘Kujer Gaûdîn’ û ‘Gaûdîn îstifa’ hate qîrkirin.

 Welatiyên Marsîlyayê piştî meşa bêdeng a dawiya hefteyê vê carê bi hêz dengê xwe bilind kirin.