Li Maliyê leşkeran serokomar û serokwezîr destgîrkirin

Li Maliyê leşkeran cihekî leşkerî ya li nêzî paytext Bomakoyê xistin destê xwe, serokwezîr û serokkomar destgîrkirin.

Leşkeran bi armanca serokê dewletê Îbrahîm Boûbacar Keîta ji erkê bigirin, cihekî leşkerî ya li nêzî Bomakoyê xistin destê xwe. Welatê ku piştî 2012’an darbeya leşkerî û şûnde di demê şidet pir dijwar lê heye de, leşkeran li welat serokkomar û serokwezîr destgîrkirin.

Di daxuyaniya li ser navê leşkeran hate kirin ev hate gotin: “Me Serokkomar û serokwezîr di avêtin ser malan de destgîrkirin, di bin kontrola me de ye.”

Hate ragihandin ku her du siyasetmedar li Cihê Leşkerî ya Katî ku leşkeran xistibûn destê xwe, radigirin.

Hikûmeta Malî bang li leşkeran kir ku ‘çekan bêdeng bikin’, Fransa ya li ser mijarê daxuyanî da got: “Hovîtiyê şermezar dikin.”