Li Maliyê êrîşa çekdarî: Herî kêm 18 gundî hatin qetilkirin

Li nêzî gundê Dîallassagû ya li navîna Maliyê, kesên bi çek êrîşî gundiyan kirin. Di êrîşê de nêzî 20 gundiyan jiyana xwe ji dest dan.

Hîna ti kesê ev komkujiya ku rojiya Şemiyê pêk hatî, negirtiye ser xwe. Di êrîşa li herêma Bandîagarayê de, kesên bi çek gule li gundiyan reşandin. Niştecihekî herêmê daxuyanî da AFP’ê û got: “Kesan Cîhadîst ji Dîallassagû ya di dûrahiya 3 kîlometre de gule li gundiyan reşandin. Herî kêm 18 kes mirin, 21 kes birîndar bûn.”

Êrîş ji aliyê gundiyên din ve jî hate piştrastkirin. Çavkaniyên polîsan û endamên meclîsa herêmî ragihandin ku hejmara miriyan 19 e û ji bo êrîşkaran jî gotin, ‘terorîst’ û ‘kesên bi çek’.

Walîtiya herêmê ji bo parastina gel bang kir.