Li Maliyê darbeya leşkerî

Leşkeran li Maliyê Serokkomar û Serokwezîr girtin. Serokkomar îstifa kir, hikumet û parlament hatin betalkirin.

Roja Sêşemê piştî ku li kampa leşkerî ya Katî ya li derdora paytext Bamakoyê dengê çekan hate bihîstin, kamp hate bidestxistin.

Di sala 2012'an de jî li heman leşkergehê li dijî Serokkomarê wê demê Amadoû Toûmanî Toûre darbeya leşkerî dest pê kiribû.

Li gorî AFP'ê û Le Fîgaro, doktorekî li nexweşxaneya Katî got, "Vê sibehê (sibeha Sêşemê) leşkerên bi hêrs çekên li kampa Katî bi dest xistin û li hewayê reşandin. Hejmara wan gelek bû û  gelekî bi hêrs bûn."

Di dawiya rojê de jî leşkeran diyar kirin ku wan Serokkomar Îbrahîm Boûbacar Keîta û Serokwezîr Boûboû Cîsse girtine.

Leşkeran her du rêveber li Katiyê li wesayitên zirxî siwar kirin.

Serokkomar Keîta nîvê şevê îstifa kir û got, ji bo xwîn neyê rijandin ew ê bi ya artêşê bikim.

Serokkomar her wiha di weşana zindî de parlament û hikumet betal kir.

Leşkerên ku piştre desthilatdarî bi dest xistin, diyar kirin ku wê pêvajoyeke derbasbûnê ya sivîl bixin meriyetê. Hate ragihandin ku ev hikumeta demkî divê di demeke maqûl de hilbijartinê bike.

Yekîtiya Efrîkayê êvara Sêşemê bang kir ku Serokkomar bê berdan. Yekîtiya Ewropayê jî 'hewldana darbeyê' şermezar kir. Fransayê jî daxuyaniyeke şermezarkirinê weşand. Di serî de li paytext Bamakoyê li herêmên peravê 5 hezar û 100 leşkerên Fransayê hene.