Li Malî êrîşa komên tund: Bi dehan kes mirin

Li Maliyê êrîşên çeteyên Îslamî yên tund dewam dikin. Di kemînekê de ji her du aliyan gelek kes mirin.

Li Maliyê ku welatekî li rojavayê Afrîkayê ye, El Qaîdeya Maxrîb û gelek rêxistinên din hene. Li dijî konvoyeke leşkerî êrîş hate kirin û herî kêm 4 leşker û 8 êrîşkar mirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, kemîn li herêma Segoûyê hate danîn û hejmara kesên mirin dibe ku zêdetir be. Rayedarên artêşê diyar kirin ku di êrîşê de 2 wesayitên leşkerî bûne hedef û hîn agahî ji leşkerên di hundirê wesayitan de bûn nayê girtin.

Roja Yekşemê li Maliyê tûra destpêkê ya hilbijartina Serokkomariyê hatibû kirin. Hatibû ragihandin ku ji ber êrîşan li 700 ji 23 hezar sindoqan deng nekarîbû bê bikaranîn. Herêmên ku ji ber êrîşan dengdan lê nekarî bê kirin, bi giranî li herêma Moptî ya li navenda Malî ye.

Çeteyên Îslamî yên tund ên li Malî, darbeya leşkerî ya sala 2012'an ji xwe re weke firsendekê dîtin û herêmên bakur bi dest xistibûn ku bi giranî Berberî li herêman dijîn. Ev êrîş û dagirkerî destpêka sala 2013'an bi destwerdana leşkerî ya Fransayê qediya bûn.