Li lûleyeke petrolê ya Misrê şewat derket, gelek kes mirin

Li lûleyeke petrolê ya li Misrê ji ber şewatê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hate kirin, li gundê Itay el Barûd ê wîlayeta Beheyra ya navbera Qahîre û Skenderiyeyê li lûleyeke petrolê ji ber ku petrol jê herikî şewat derket. Berdevkê Wezaretê Khaled Megahed ragihand ku ji ber şewatê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di bûyerê de 15 kes jî birîndar bûn. Rêveberê saziya ji lûleyên petrolê berpirsyar Abdulmoneym Hafez diyar kir ku qaçaxçiyên petrolê bûne sedema bûyerê. Hafez got, qaçaxçiyên ku hewl dan petrolê ji lûleyê derxînin, dema ku lûle şikandin bûn sedema şewatê.