Li Lûfthansayê grev: Piraniya seferên balafiran betal bûn

Lûfthansa ya şirketa rêyên hewayî ya yekemîn a Ewropayê, ji ber greva xebatkarên xwe hema bibêje wê hemû seferên xwe yên roja Çarşemiyê yên li Elmanyayê betal bike.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Lûfthansayê, piştî banga ji bo grevê ya Sendîkaya Verdî ya di çarçoveya danûstandinên heqdestan de, li Frankfûrt û Munîhê ku xwedî du balafirgehên esas e, wê nêzî hezar seferên bi balafiran betal bibin. Hate diyar kirin ku zêdeyê 130 hezar rêwî wê ji betalkirina seferan bi bandor bibin.

Sendîkayê da zanîn ku grev wê roja Çarşemiyê saet di 03.45’an de destpê bike û heta roja Pêncşemiyê saet 06.00’an dewam bike.

Sendîkayaya Verdî, dixwaze li ser rêveberiya ku daxwaza zêdebûna heqdest ji sedî 9,5’ê kir, zextê çêbike.

Ev tevgera civakî, di serî de servîsên lênêrînê; ji bo karmendên li ser rûyê erdê dixebitine ye. 

Ji ber ku operatorên wesayîtên kaşkirina balafiran ku di birêveçûna karê li balafiran de gelek giring in, tev li greve dibin, wê bandora grevê gelek zêde be. 

Lûfthansayê ragihand ku wê li Frankfûrtê 678 û li Munîhê jî 345 seferên xwe betal bike. 

Şîrketê her wiha got ku ji ber grevê dibe ku seferên rojên Pêncşemî û Îniyê bi derengî bibin û carinan betal bibin.

Grev li van her du herêmên li Başûrê Elmanyayê, beriya betlaneya dibistanan bi yek du rojan dest pê kir. Ji ber kêmasiya xebatkaran jixwe rêwî hefteyên dawîn gelek li bendê diman ku sefer bibin û sefer betal dibûn.

Li gorî lêkolîneke ji aliyê Enstîtuya Aboriyê IW’ê ve ku di dawiya meha Hezîranê de hat weşandin, di sektora hewayî ya Elman de zêdeyê 7 hezaran xebatkar kêm in. Lewma vê havînê, Lûfthansayê nêzê 6 hezar seferên xwe betal kirin.