Li Lubnanê ji 8'ê Cotmehê û vir ve 1640 kes hatin kuştin

Ji roja destpêkirina şerê li Şerîda Xezeyê û vir ve li eniya Lubnanê heta niha herî kêm 1640 kes hatin kuştin, 8 hezar û 404 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Fîrsa Abîad ji 8'ê Cotmeha 2023'an û vir ve li Lubnanê di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 1.640 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku ji kesên hatin kuştin 104 jê zarok, 194 jî jin bûn.

Hate ragihandin ku 8 hezar û 404 kes birîndar bûn û gelek kes winda ne ku cenazeyên wan di binê enqazan de ne.

Ev daxuyanî piştî êrîşa li ser baregeha Hîzbûllahê ya li başûrê Beyrûdê hate dayin ku di encamê de lîderê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah hate kuştin.

Wezîr her wiha diyar kir ku di navbera 16-27'ê Îlona 2024'an de di êrîşên Îsraîlê de 1.030 kes hatin kuştin ku 56 ji wan jin, 87 jî zarok bûn, 6 hezar û 352 kes jî birîndar bûn.