Li Lubnanê Hîzbûllah û hevalbendên wê bi ser ketin

Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartina giştî ya Lubnanê, ku piştî 9 salan duh (6'ê Gulanê) hate kirin, Hîzbûllah û hevalbendên wê bi ser ketin.

Li gorî nûçeya televîzyona El-Meyadîn a Lubnanê, di hilbijartina Lubnanê de Hîzbûllah û hevalbendên wê (Tifaqa Dilsoziya bi Berxwedanê re) bi xurtî bi ser ketin. Partiya El Mustaqbel a bi lîderiya Serokwezîr Saad el Harîrî derbeke giran xwar.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Lubnanê rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê 49,2 ji sedî ye.

HEMÛ NAMZETÊN HÎZBÛLLAHÊ CIHÊ XWE LI MECLÎSÊ GIRTIN

Ji bo 128 kursiyên Parlamenta Lubnanê 597 namzetan li ber xwe dan. Li gorî agahiyên destpêkê 13 namzetên Hîzbûllahê cihê xwe di parlamentê de digirin.

Hate ragihandin, namzetê Hîzbûllahê Emîn Şerî 2 hezar deng ji Serokwezîr Sasad el Harîrî zêdetir girt û li rojavayê Beyrûdê bû yekemîn.

REWŞA NÛ YA MECLÎSA LUBNANÊ

Li meclîsa Lubnanê ji bo Xiristiyan û Misilmanan 64 kontenjan hene. Ji 64 kursiyên Misilmanan 28 ji bo Sûnî û Şîa, 7 ji bo Durziyan, 1 jî ji bo Elewiyan e.

Li gorî qanûnên Lubnanê Serokkomar divê Marûnî be, Serokwezîr Sûnî û Serokê Meclîsê jî Şîa be.

HILBIJARTIN HERÎ DAWÎ SALA 2009'AN HATIBÛ KIRIN

Hilbijartina giştî ya li Lubnanê herî dawî sala 2009'an hatibû kirin. Ji ber pirsgirêkên ewlekariyê ku krîza Sûriyeyê rê li ber vekir, hilbijartina li Lubnanê di nava 9 salan de nekarîbû bihata kirin.