Li Lorientê pîrozbahiya bi coş a Newrozê
Li bajarê Lorient ê Fransayê Kurdistaniyan li gel dostên xwe bi dirûşma 'Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk' Newroz pîroz kirin.
Li bajarê Lorient ê Fransayê Kurdistaniyan li gel dostên xwe bi dirûşma 'Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk' Newroz pîroz kirin.
Bi amadekariya hevpar a Masion Pour Tous de Kervenanec (MPT) û Ville de Lorient, saet di 18:00 de li salona 'La Balise' pîrozbahiyê destpê kir. Gelek parlamenter û hunermendên xwecihî jî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Di axaftinan de yên li ser girîngî û wateya rojê, banga Rêber Apo hate silavkirin. Qisekeran ji bo çalakiya Newrozê ya mezin a 23'ê Adarê ya li bajarê Rennesê banga tevlîbûnê kirin.
Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Koma REWÎ bi gerandina govendê dewam kir. Kurdistaniyan û dostên wan heta derengiya şevê Newroz pîroz kirin.