Li Londonê zêdeyî 750 hawirdorparêz hatin destgîrkirin

Li paytexta Îngilîstan Londonê, di xwepêşandanên hawirdorparêzan de bi sedan kes hatin destgîrkirin.

Li Londonê di nava şeş rojan de zêdeyî 750 kes bi hinceta ku tevlî xwepêşandanên hawirdorparêzan bûne hatin destgîrkirin.

Çalakiyên protestoyî berî hefteyekê ji aliyê koma bi navê "Extinction Rebellion" ve hatibûn destpêkirin. Di çalakiyê de gelek rêyên Londonê hatin girtin.

Aktîvîstan roja Şemiyê beşek ji taxa bazirganiyê Oxford Circus girtin.

Extinction Rebellion ji hikumeta Îngilîz dixwaze, emîsyona gaza serayê heta sala 2025'an daxîne asta sifirê.

Komê bi rêya Twitterê peyamek weşand û ji Serokwezîr Theresa May re got, "Em zanin ku ji bo avhewayê we bi têrkerî gav neavêtine. Hûn jî zanin ku we bi têrkerî nekirine. Wê demê em biaxivin."

Polîsan diyar kirin, çalakgeran li dijî girtinê li ber xwe nedane û dan xuyakirin, ev yek şêweyê çalakiya tevgerê ye. Li gorî polîsan, tevgera 'bêîteatiya sivîl a li derveyî şîdetê' dipejirîne.