Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Lînzê meşa 8'ê Adarê

Li bajarê Ewûstûryayê Lînzê 8'ê Adarê bi meşekê hate pîrozkirin.

Li bajarê Lînzê yê Ewûstûryayê gelek rêxistinên jinan meş kirin. Di nav saziyên di bin banê Platforma Jinan a Rosayê de saziya jinan a Kurdan Avesta û KBDH jî cih girtin.

Li gel ku hewa cemidî jî bû gelek jin tevlî meşê bûn û heta bi navenda bajêr meşiyan.

Piştî meşê li mîtîngê jinên Kurd stand vekirin, bal kişandin ser rewşa Kurdistanê û Tirkiyê.

Li mîtîngê li ser navê Avesta axaftin hate kirin û hate gotin şoreşa jinan a li Rojava bûye modêl.

Nûnera Avesta bal kişande ser girtiyên siyasî û got têkoşîn wê dom bike.