Li Lîbyayê lehî rabû, herî kêm 150 kesan jiyana xwe ji dest da
Hat ragihandin ku li rojhilatê Lîbyayê ji ber barîna şiliya bi şid lehî rabûye û herî kêm 150 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Berdevkê serokatiya rêveberiya paralel a li Bîngazî ya li rojhilatê welêt Mihemed Mesûd, got: ‘’Li Derna, Ceber El-Ehdar û li banliyoya El-Marj a li rojhilatê Lîbyayê ji ber bahoza Danîelê lehî rabû û 150 kesan jiyana xwe ji dest da.’’
Berdevkê Lîbyayî her wiha diyar kir ku binesaziyê zirar dîtiye û gelek zirara madî çêbûye.
Bahoza ‘’Danîel’’ê roja Yekşemiyê piştî nîvro li rojhilatê Lîbyayê, bi taybetî bajarokên li qeraxê Ceber El-Ehdarê û Bîngaziyê rabû.
Berdevk Mesûd da zanîn ku gava xelaskirina welatiyan ji ber lehiyê 9 leşker wenda bûne.
Hikûmeta paralel roja Duşemiyê Derna wek cihê bobelatê ragihand. Li gor rayedaran li cihên mirov xwe bi zorê dikare bigihîne, bi sedan kes asê bûne.