Li Lîbyayê îdaya înfazkirina zêdetirî 140 leşker û sivîlan

Li Lîbyayê hêzên girêdayî 'Hikûmeta Yekitiya Netewî ku ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) tê naskirin, êrîşî hêzên Mareşal Haftarê kir ku Rûsya piştgiriya wan dike. Di encama êrîşê de hat ragihandin ku herî kêm 14 kesan hatine kuştin.

Endamên Artêşa Netewî ya Lîbyayê ku girêdayî Mareşal Halifa Haftar ku li balafirgeha Brak el Şatî ya dikeve başûrê welat hatibûn bicihkirin rastî êrîşê hat û hat ragihandin ku gelek sivîl ji dinav de hatine înfazkirin.

Hêzên girêdayî Haftar ku li başûrê welat bihêze û ji aliyê Rûsyayê ve jî têne destekkirin hat diyarkirin ku êrîşî hêzên girêdayî 'Hikûmeta Yekitiya Netewî' (GNA) kirine.Berdevkê hêzên Mareşal Haftar Ehmed El Mesmarî ragihand ku di êrîşê de herî kêm 142 kes mirine û hejmarek zêde ya kuştî û birîndaran hene. El Mesmarî diyar kir ku di êrîşê de gelek sivîl jî hene.

El Mesmarî  ragihand ku leşker dema ji merasîmekî leşkerî vedigerin rastî êrîşê tên û têne înfazkirin.Nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) yê Lîbyayê Martîn Kobler ragihand  ku  agahiyên ku dibêjin di êrîşê de gelek kes bi 'şêweyê komî hatine înfazkirin'  gelek bi hêrs bûye.

Hêzên  ku êrîş pêk anîne û girêdayî serokê Hikûmeta Yekitiya Netewî (GNA) ve ku di qada navnetewî de tê naskirin li herêmên rojhilat û başûr yên welat hêzên Mareşal Halifa Haftar yên ku Rûsya piştgiriya wan dike hakîm in.