Li Lîbyayê hilberîna petrolê sekinî, balefir êdî ranabin

Li balefirxaneya Trablûsê ya Lîbyayê ji ber êrîşa bi roketan êdî balefir ranabin. Hêzên Hafterê hilberîna petrolê jî dan sekinandin.

Li gorî hikumeta Trablûsê şeş roketên Grada li balefirxaneya Mîtîgayê ketiye. Hikumetê diyar kir ku ev tê wateya binpêkirina agirbestê. Ji ber êrîşê êdî balefir ji vir ranabin.

Hêzên Xelîfe Hafter jî diyar kir ku wan hilberandina petrolê dane sekinandin. Roja Sêşemê tu petrol nehate hilberandin. Hate diyarkirin bîrên petrolê yên li Harîga, Brega, Sîdra û Ras Lanûfê hatine blokekirin.

Li gorî Şîrketa Petrolê ya NOC’ê ev jî tê wateya ku li welat rojane 77 milyon dolar xisar çêdibe. Di meha Kanûnê de rojane 1,139 milyon dolar petrol dihate hilberandin.