Li Lîbyayê êrîşî komîsyona hilbijartinê hate kirin, 11 kes mirin

Di êrîşa li paytexta Lîbya Trablûsê ya li dijî komîsyona hilbijartinê de herî kêm 11 kes mirin.

Êrîş danê nîvro pêk hat. Hikûmeta Lîbyayê ragihand ku êrîş di saet 13:30’an de pêk hat û herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniyê êrîşkarek derbasî nava avahiyê bûye.

Berdevkê komîsyonê Halîd Omer wiha got; “Xwekujek di nava avahiyê de xwe teqand û yên din jî beşeke avahiyê şewitandin.”

Di navbera hêzên ewlehiyê û êrîşkaran de şer qewimî û agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Nasnameya êrîşkaran jî heya niha nehatiye diyarkirin.

Komîsyona Hilbijartinê têkildarî hilbijartinên dema bê ji bo avakirina lîsteya hilbijêran hatibû erkdarkirin. Nûnerê taybet yê NY yê Lîbyayê Hasan Salame di destpêka meha Nîsanê de banga pêkanîna hilbijartinên giştî û herêmî, Serokkomarî û referandûma ya têkildarî pêşnûmaya Destûra Bingehîn kiribû.

Piştî hilweşandina rejîma Mûammer Kaddafî ya sala 2011’an û şûnde welat di nava krîz û kaosekê de ye. Li Lîbyayê 2 rêveberiyên cuda hatibû avakirin û bi van hilbijartinan jî dihat hêvikirin ku van krîzan derbas bike.