Li Lîbyayê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ragihand, li başûrê Trablûsê di şer de 4 leşkerên Tirk û serçeteyekî Sûriyeyî hatine kuştin.

Fermandarê Operasyona Herêma Başûr a Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Mebrûk El Hezevî got, "Li eniya Eyn Zareyê ku piştî demeke dirêj a dorpêçkirinê Sêşemê şer qewimî, leşkerên Tirk hatin kuştin."

Hezevî diyar kir ku rêveberê komeke çete ya Sûriyeyî jî bi rengekî birîndarî hatiye girtin, ev kes piştre miriye û eger bê xwestin bi rêya Heyva Sor a Lîbyayê cenazeyê wî dikare bê radestkirin.

'ENDAMÊ ÇETE MIKUR HAT'

Hezevî anî ziman ku çeteyê Sûriyeyî beriya bimire li xwe mikur hat û diyar kir, ku vî çeteyî gotiye ew tevî 10 leşkerên Tirk û 8 çeteyên Sûriyeyî di nava wesayiteke zirxî de hatiye, piştî ku ew bûn hedef reviya ye.

Li gorî Hezevî, çete ji Mîtîgayê daxwaza teqwiyeyê kirine, lê belê ji ber ku dor li wan hatibû girtin alîkarî ji wan re nehatiye.

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ahmed El Mîsmarî jî doh ragihandibû, ku ji bo cenazeyên leşkerên Tirk ew dikarin bi Tirkiyeyê re bikevin nava têkiliyê.