Li Leîpzîgê 3 roj in buhayê zêde yê kirê tê şermezarkirin

Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê, komên çepgir ên radîkal li dijî buhayê zêde yê kirê 3 şev in çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin.

Ji ber zêdehiya bihayê kirê sê şev in li Leîpzîgê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Şeva Yekşemê bi polîsan re şerekî dijwar qewimî. Gelek wesayitên polîsan hatin şewitandin.

Di şeva Pêncşem û Înê de rewşeke bi heman rengî hebû. Di şerê dijî polîsan de 9 polîs birîndar bûn. Lê belê agahî nehatin bidestxistin ku polîsan çend çalakger birîndar kirin.

Çalakiyên şermezarkirinê bi taybetî li ser banga komên çep ên radîkal hatin lidarxistin. Çalakgeran nerazîbûn nîşan dan ku gelek avahiyên li bajêr ji aliyê komên veberdêr ve hatine kirîn.

Piştî ku polîsan dawiya hefteyê du avahî dan valakirin, sebra mirovan fûriya.

Alozî bi taybetî li taxa Connewîtzê di asta herî bilind de ye. Li vê herêmê gelek komên otonom û sempatîzanên çep a radîkal hene.