Li Kuweytê encamên hilbijartinê hate eşkerekirin: Jin qet tune

Di nava deh salên dawîn de li Kuweytê heft caran hilbijartin hate kirin. Jinek bi tenê jî nekete parlementoyê.

Li Kuweytê ya ku bi petrola xwe dewlemend e, ji sala 2012’an vir ve cara heftemîn hilbijartin pêk hat.

Piştî betalkirina hilbijartinên 2022'an, ji bo hilbijartina 50 wekîlan di 6'ê Hezîranê de bang hate kirin ku herî kêm 793 hezar hilbijêr biçin ser sindoqan.

Di lîsteyan de 13 jê jin bi giştî 207 namzet hebûn. Di nava 20 salên dawîn de cara pêşîn evqasî kêm namzet hene.

Li gorî encamên ku hatine eşkerekirin, mûxalefetê 29 kursî bi dest xistine. 12 kursî yên Îslamîstan e û wezîrekî berê dîsa hate hilbijartin. Ji xeynî 12 parlementeran hemû jî parlementerên berê hatine hilbijartin.  Ciwanên ku xwe wekî ‘reformîst’ û ‘mûxalif’ didin nîşandan jî ketin meclîsê. Lê jinek bi tenê jî neket parlementoyê.

Mifteyên desthilatdariyê bi giranî di destê malbata Al Sabah de ne, Kuweyt berevajî monarşiyên din ên li herêmê, xwedî jiyanek siyasî ya çalak û parlamentoyeke bi bandor e.

Li Kuweytê, rayeyên girîng ên parlementeran hene û dikarin hesap ji wezîrên ji malbata kraliyetê jî bipirsin. Lê ji ber van lêpirsînan gelek caran hikumet tê guhertin û meclîs tê betalkirin.