Li Kubayê balafira rêwiyan kete xwarê

Li paytexta Kuba Havanayê balafireke ya rêwiyan kete xwarê.

Balafira girêdayî şirketa Cubana de Avîacîon a ji balafirgeha Havanayê dema di rabûn de hate ragihandin ku ketiye xwarê, têkildarî hejmara mirî û birîndaran ti daxuyanî nehate dayîn.

Balafira ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Jose Martî piştî ku rabûye û şûnde dema ber bi bajarê Holgûînê dikeve rojhilatê welat ve diçû, hate îdîakirin ku kêmaniyeke wê yê hundir hebû, li gorî çavkaniyên balafirgehê balafir ber bi welatê cîran Gûyanayê ve diçû.

Balafira rêwiyan a 737 a Boeîng piştî ku kete xwarê û şûnde dûyekî mezin ji herêmê bilind bûye.

Di nava agahiyan de agahiyên ku balafir li herêmeke nêzî balafirgehê ketiye xwarê.

Ajansa Nûçeyan a Kubayê bûyera weke ‘qeza’ derbas kir.