Li Koreya Başûr herî kêm 33 kes mirin, 10 kes winda bûne
Li gelek herêmên Koreya Başûr ji ber lehiyê herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes winda ne.
Li gelek herêmên Koreya Başûr ji ber lehiyê herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes winda ne.
Li Koreya Başûr bîlançoyeke giran derket holê. Di nava 3 rojan de, gelek herêmên welêt di bin avê de man.
Wezareta Karên Hundir di daxuyaniyek da û ragihand ku di encama baranên bi hêz de 33 kes jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî winda bûne. Hat diyarkirin ku piraniya qurbaniyan ji ber hezazê di bin axê de man e, yan jî ketine ber avê. Piraniya mirinan li eyaleta Bakurê Gyeongsangê çêbûn.
Wezaretê destnîşan kir ku li herêmên herî zêde bandor bûne, bi temamiya malan hilweşiyane. Li qada Goesan a li navendê biryara tahliyekirina zêdeyî 6 hezar û 400 kesan hat dayîn. Fikar heye ku bîlanço hîn girantir bibe.
Heta roja Çarşemê dibe ku hîn zêdetir baran bibare. Koreya Başûr di werza mûsona havînê de timî lehî lê radibin. Lê welêt weke giştî amadekariya xwe dike û windahiya can jî kêm çêdibin.