Li Koreya Bakur ji ber bahozê 60 pir û 2 hezar mal hilweşiyan
Li Koreya Bakur ji ber bahoza Maysakê nêzî 60 pir hilweşiyan, bi qasî 2 hezar mal jî an hilweşiyan an jî di bin avê de man.
Li Koreya Bakur ji ber bahoza Maysakê nêzî 60 pir hilweşiyan, bi qasî 2 hezar mal jî an hilweşiyan an jî di bin avê de man.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî KCNA’yê hefteya borî bi bahoza Maysakê re lehî rabû
Piştî bahoza Maysakê serê vê hefteyê bahoza Haîshenê rabû. Di bahoza Maysakê de 2 hezar mal hilweşiyan.
Li gorî KCNA’yê 60 kîlometre rê û 59 pir hilweşiyan.
Karesatên xwezayî li gorî Koreya Başûr, li Koreya Bakur bêtir rê li ber karesatê vedike. Ji ber ku li Koreya Bakur daristan tuneye jî lehî zêdetir pêk tê.