Li Koreya Bakur bi merasîmeke leşkerî fuzeya nû ya balîstîk hate nasandin

Koreya Bakur di merasîmeke leşkerî de fuzeya balîstîk hate nasandin ku ji keştiya binê avê tê avêtin.

Çend roj beriya destpêkirina dema serokatiyê ya Joe Bîden a li DYE'yê, roja Înê li paytexta Koreya Bakur Pyongyangê, bi beşdariya hêzên peya, yekîneyên topavêj, tank û hêzên hewayî yên artêşê merasîmek hate lidarxistin.

Merasîma leşkerî di demeke welê de hate kirin ku Partiya Karker a li desthilatdariyê ye kongreya xwe pêk tîne. Lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Ûn li kongreyê axivî û DYE weke 'dijminê bingehîn' ê welatê xwe nîşan da.

Jong Ûn her wiha li merasîma leşkerî temaşe kir. Di vê navberê de balafiran jî ji bo kongreya 8'emîn silav bikin, nûmaraya '8' çêkirin.

Ajansa nûçeyan a fermî KCNA'yê jî wiha got, "Artêşa herî xurt a cîhanê, fuzeyên balîstîk ên ji keştiya binê avê tên avêtin li pey hev anîn meydanê û hêza hêzên çekdar ên şoreşger nîşan da."

Di wêneyan de yên hatin parvekirin jî herî kêm çar fuzeyên ku serikên reş û spî bi wan ve hatibû kirin, xuya dikir.