Li Kopenhagê êrîşa çekdarî: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye bi çekan êrîşî bedestenekê hate kirin, herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya polîsên Danîmarkayê roja Yekşemê piştî nîvro êrîş hatiye kirin û di êrîşê de sê kesan jiyana xwe ji dest dane, rewşa yekî giran e û gelek kes jî birîndar bûne.

Sermufetîşê polîsan Soren Thomassen di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ciwanekî 22 salî yê Danîmarkî yê bi guman hatiye girtin.

Polîsan diyar kirin ew îxtîmalê didin ku ev ‘çalakiyeke terorî be’ jî û kesên gumanbar ji aliyê polîsan ve nayê naskirin.

Êrîş saet di 17.30’an de hate kirin. Dema ku êrîş hatiye kirin ji bo konsera Harry Styles gelek kes li qadê bûn.

Li gorî gelek şahidan êrîşkar diyar kiriye çeka di destê wî de çekeke sixte ye û xwestiye mirov nêzî wî bibin.

Di 14-15’ê Sibata 2015’an de jî êrîşek hatibû kirin. Di vê êrîşê de jî du kesan jiyana xwe ji dest dabûn û pênc kes jî birîndar bûbûn.