Li Kongoyê şewebeke nû ya Ebolayê destpê kir

Li Komara Kongo ya Demokratîk şewbekî nû ya Ebolayê destpê kir. Li bakurê rojavayê welat 4 kes mirin.

Wezîrê Tenduristiyê Etenî Longondo bi daxuyaniyeke ya çapmeneiyê got: “Niha 4 kes mirine.”

Hate ragihandin ku ev kesên mirine li taxekî ya bajarê Mbandak a dikeve navenda eyaleta Eqûateûr a bi kêmanî 600 kêlometre ji paytext Kînşasayê dûr e.

Enstîtuya lêkolînê ya biyomedîkal a Netewî INRB piştrast kir ku sedema mirina wan ji ber nexweşiya vîrûsa Ebolayê ye.

Wezîrê Tenduristiyê got: “Em ê bi lez û bez derzî û dermanan bişînin.”

Li eyaleta Eqûateûrê di şewba berî niha de di navbera Gulan û Tîrmeha 2018’an de 33 kes miribûn.

Şewba nû ya Ebolayê ku ji 1’ê Tebaxa sala borî ya li Komara Kongo ya Demokratîk destpê kir, ji sala 1976’an ve bû cara dehan a şewb belav dibe. Hate ragihandin ku şewba Ebola ya di dîrokê de ya duyemîn e. Şewba Ebola ya sala 2014’an belavî Lîbya, Gîne û Sîerra Leonê û heta gihişte Efrîqaya Rojava 11 hezar kes mirin.