Li Kongoyê karesata lehiyê: Pêdiviya 350 hezar kesî bi alîkariya lezgîn heye

Berpirsê Kordînasyona Alîkariyên Mirovî ya Saziya Neteweyên Yekbûyî (Ocha) ragihand ku li Komara Demokratîk a Kongoyê pêdiviya zêdetirî 350 hezar mexdûrên lehiyê bi alîkariyên mirovî yên lezgîn heye.

Ocha derbarê mijarê de ev tişt parve kir: "Ji ber lehiyê civakên xwecihî bê stargeh û ji derfetên lênihêrîna bingehîn a tenduristiyê bêpar man. Gund, dibistan û tesîsên tenduristiyê di bin avê de man û gelek noqteyên avê û tesîsên paqijiyê nema dixebitin.”

Ocha wiha berdewam kir: "Pêdiviya zêdetirî 350 hezar kesî bi alîkariyên mirovî yên lezgîn heye. Lê ji ber lehiyê çûnûhatina wan zehmet e. Gelek gund tenê bi keştiyan an jî kanoyan dikarin xwe bigihînin wan.”

Li gorî Ochayê, 3,6 milyon dolar ji Fona Bersiva Lezgîn a Navendî ji bo hewcedariyên herî lezgîn ên 270 hezar mexdûrên lehiyê hatiye veqetandin. Lê ji bo çareseriyek mayînde pêdivî fînansekirina navneteweyî heye."

Ji meha cotmehê ve baranên dijwar beravên derdora çemê Oubangui, ku şaxek çemê Kongo ye lehî rabû.

Lehî bû sedema şimitîna axê û bi taybetî li bakurê Brazzavilleyê mal hilweşiyan.

Hikûmeta Kongoyê di 29’ê Kanûnê de bi fermî rewşa awarte ragihand. Wê demê, rayedaran ragihand ku hukûmet dê 2,4 milyar FCFA (3,6 milyon euro) alîkariya mexdûran bike.

Ochayê destnîşan kir ku nêzîkî sê hefte ne 12 bajaran 9 jê hîn jî "di bin avê" de ne û bi tevahî 1.8 mîlyon mirov bandor bûne.

Li gorî Ochayê, ajansên Neteweyên Yekbûyî ligel hikûmeta Brazzaville, planek destwerdanê ya bi "budceya giştî ya bi qasî 26 mîilyon dolar" amade kir û biryar da ku sektorên pêşîn dê xanî û paqijî bin.

Ochayê texmîn dike ku 2,300 hektar zeviyên çandiniyê di bin avê de mane û destnîşan kir ku di mehên pêş de tirsa kêmbûna hilberîna çandiniyê zêde bûye.

Lehî bandorê li Komara Demokratîk a Kongoyê li aliyê din ê Çemê Kongoyê kir. Li paytext Kînşasayê ji ber lehiyên awarte cihên geştyarî û cihên niştecihbûnê hê jî di bin avê de ne. Lehiya giran a li herêmê di sala 1961’an de pêk hatibû.