Li Kongoyê kan hilweşiya, 25 kes mirin

Li kaneke zêran a li Manîemayê ya ku li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê ye, erd hilweşiya. Di vê kanê de 25 karkerên kanê mirin.

Waliyê Manîemayê Aûgûstîn Mûsafîrî diyar kir ku 21 kes mirine. Lê aktorekî civaka sivîl Jûstîn Kyanga Asûmanî diyar kir  ku 25 kes mirine. Asûmanî diyar kir ku ew nizanin bê ka çend kes di kanê de ne û got “Dibe ku bîlanço giran bibe.”

Di meha Gulanê de hatibû xwestin ku bila vê ocaxa kanê were girtin. Saziya bi navê Saemate diyar kiribû ku qada kanê xeternak bûye.

Li Komara Demokratîk a Kongoyê gelek qezayên kan û madenê pêk tên. Karkerên kanan di şertên giran de dijîn û cewherên ji van kanan tên derxistin difiroşin şîrketên biyan.