Li Kongoyê ji ber Ebolayê 27 kes mirin

Li Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber vîrûsya Ebolayê ya ku beriya bi heftiyekê derketî 27 kes mirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û rayedarên Kongoyê gotin ji ber veqeyeke li bajarê Mbandakayê kesekî jî miriye.  Bajarê Mbandakayê ku nifûsa wê 1.2 milyon e, 700 kîlometre dûrî paytet  Kînşasayê ye.

Ji ber nexweşiya Ebolayê ku ji 20’ê Gulanê ve li rojhilatê bakur ê welêt rû daye, heta niha 27 kes mirin. Bi tevahî 51 weqayên ku nehatine piştrastkirin an jî biguman hatibûn tespîtkirin.

Saziyên Kongoyê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Mbandakayê li dijî vîrûsta Ebolayê Duşemê kampanyaya ‘derzîlêxistinê ya bi armanc’ dabûne destpêkirin. Armanca ew e ku bi tevahî derziyê li 600 kesî bixin. Ev ji personelên tenduristiyê, ji wan kesên ku bi nexweşan re têkildar bûne, û yên ku bi bi têkildaran re têkildar bûne pêk tên. Rayedaran gotin li dijî ebolayê 8.500 derzî gihane ber destê wan.