Li Komara Demokratîk a Kongoyê 20 kes hatin kuştin
Di êrîşa çeteyên cîhadîst a li ser 3 gundên Komara Demokratîk a Kongoyê pêkanî de, herî kêm 20 kes hatin kuştin.
Di êrîşa çeteyên cîhadîst a li ser 3 gundên Komara Demokratîk a Kongoyê pêkanî de, herî kêm 20 kes hatin kuştin.
Çeteyên cîhadîst êrîşî sê gundên girêdayî bajarê Beniya Komara Demokratîk a Kongoyê kir. Di êrîşê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya ji aliyê ji rêveberên herêma Beniyê Rosette Kabûla ve hatî kirin de, diyar kir ku bertekên gel pirin.
Sê roj berî vê êrîşê jî çeteyan êrîş biribû li ser bajarê Oîcha yê 13 kîlometre dûrî van gundan. Di wê êrîşê de jî 13 kes hatibûn kuştin.