Li Kolombiyayê dîroka şerê navxweyî û siûda pêkhatina aştiyê

Li gel wê rîskê ku hilbijartina 2018’an dikare li pêş aştiyê bibe astenga mezin, rola FARC’ê jî ku derbasî têkoşîna siyasî bûye dikare guherînên mezin pêk bîne.

Di nav çarçoweya peymana aştiyê de ku Mijdara 2016’an hatibû îmzekirin, pêvajoya ku gerîlayên FARC’ê çekên xwe radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) bikin ber bi dawiyê ve diçe, her wiha sedemên ku dikarin pêşiya pêvajoyê bigirin jî hebûna xwe didomîne.

Piştî ku çek hatin berdan, tê payin ku xalên girîng ên peymana aştiyê dest pê bike lê qonaxa herî dijwar a li pêş pêvajoya aştiyê hilbijartina serokdewletiyê ye ku vê sala were wê were kirin. Li gel xwediyên gelek erdan, hebûna çeteyên ku dest li ser erdên gundiyan danîn û hebûna çeteyên paramîlîter jî fikaran çêdikin.

Peymana aştiyê ku par bi vîna Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiya (FARC) û Serokdewlet Juan Manuel Santos hatî îmzekirin, di qonaxa pêşî de bi referandûmê çûbû ber gel. Li gel FARC’ê û partiyên din yên çepgir partiya Santos Partiya Yekîtiya Sosyal a Netewî, Partiya Lîberal, Partiya Komunîst, Partiya Demokratîk a Alternatîf jî destek dabûne peymanê.

Alvaro Urîbe yê ku  2002-2010’an peywira serokdewletiyê kirî û Navenda Demoktatîk ku bi tevlêbûna beşên rastgir ên di nav Partiya Yekîtiya Sosyal a Netewî ava bûyî li dij peymanê derketibûn.

2’yê Cotmeha 2016’an rêjeya tevlêbûna referrandûmê 37,4 ji 100’î bû, peymana aştiyê 50,21 ji 100’î hatibû redkirin. Vê jî nîşan da ku propagandaya Serokdewletê Berê Alvaro Urîbe û dijberên dî ku digotin, bi peymanê ‘zêde tawîz dana FARC’ê’’ karîger bû.

Di peymana aştiyê de bajarên mezin ên ku ji şer dûr bûn dengê ‘na’ dabûn, deverên bejahiyê ku şer pir lê hatibû jiyîn jî ji dengê ‘erê’ dabûn.

Bi dengê na yê ku ji referandûmê derketî piştî danûstandinên peyman hate nûkirin û Mijdara 2016’an tenê hatibû ber Kongreya Kolombiya û hatibû qebûlkirin.

Sedema ku peymana aştiyê dîsa neçû ber gel nîşan dide bê ka peyman çendî hesas e, tecrûbeyên di şer de hatin jiyîn, ku bi dehan salan dom kir jî ev piştrast dikir. Helbet ‘çanda tundiyê’ ku di dîroka welêt de şerê navxweyî rê li ber vekiribû jî û di maweya têkoşîna FARC’ê de biserneketina muzakereyan jî dema ku mirov bîne ber çava dijwariyên pêvajoyê xuya dikin.

SEDEMÊN ŞER Û GEŞBÛNA WÊ YA DÎROKÎ

Nifûsa Kolombiya nêzî 49 milyonî ye. Navê xwe Crîstof Colomb ê ku Emerîka kişf kirî girtine, dema ku mêtingerên Spanyolî hatine herêmê.

Li Kolombiya ku mewsîma tropîkal lê serdest e û beşekî mezin bi daristanên himbiz ên tropîkal xemilî ye, 60 ji 100’î yê nifûsê ji Spanyol û tevlîheviya yên xwecih  Mestîzo û ji 5 paran yek jî ji Ewropayiyên ku bi koka xwe Spanyol in pêk tê. Girseya ku jê re Mulatton tê gotin ku tevlîheviya Ewropî û Efrîkî ne ji 6 paran 1 par a nifûsê pêk tîne, Efrîkayiyên ku ji hêla Ewropiyan ve hatine kolekirin jî hene.

Kolombiya sînorê xwe bi Okyanûsa Pasîfîk re heye, li beşên rojava yê ku li okyanûsê dinere bi giştî gundî dijîn ku ji dema mêtingeriyê mane, di serî de Lubnanî ji welatên Rojhilata Navîn têra xwe kêmar hene.

Li Kolombiyayê ku bi rezervên zîv, zêr, platîn, zimrûd, sifir, rijî, hesin, nîkel û fosfatê xwedî sektoreke girîng e, nêzî 17 ji 100’î ya nifûsê di qadên çandiniyê de dixebitin. Li welêt ku mewsîm û şertên cografîk ji hilberandina fêkiyên tropîkal û kakaoyê re guncan e, para hilberandina çandiniyê ya di nav aboriyê de 7 ji 100’î ye.

Taybetmendiyeke dî ya welêt ew e ku beşekî mezin a kokaîna dinyayê li vir tê hilberandin.

Ji hêla hatina milî ve di dinyayê de di rêza 37’an de ye, 2016’an para sektora xizmetê ya di hatina millî de 59 ji 100’î bû û nifûsa şixulker 64 ji 100’î di vê sektorê de dixebite. Para sektora sanayiyê ya di hatina millî de 34 ji 100’î ye û para îstîhdamê jî 19,6 ji 100’î ye.

Lê aboriya newekhev a ji dema mêtingeriya Spanyolî mayî hê jî berdewam dike. Spîyên ku bi koka xwe Spanyol in û ji 5 paran pareke nifûsê pêk tînin, li Kolombiyayê xwediyê erdên gelek, maden û sanayiyê ne , melez û reşik bêhtir hejar in.

DÎROKA KOLOMBIYA DÎROKA ŞERÊ NAVXWEYÎ YE

Kolombiyayî 1810’an ji Spanyayê serbixwe bûne, wê demê şerê di navbera Fransaya Napolyon û Spanyayê de ji xwe re fersend ditin û dest bi têkoşîneke dijwar kirin. Têkoşîna serxwebûnê ya bi pêşengiya Sîmon Bolîvar  heta bi 1819’an dom kir, 1821’ê bû parçeyek ji ‘’Federasyona Mezin a Kolombiya’ ku dewletên Venezuele, Panama û Ekvador jî di nav xwe de vedihewand. Lê 1829’an Venezuela, 1830’î Ekvador û 1903’an jî Panama ya ku DYA’yê destek daye serbixweb û.

Li gel vê jî di navbera Lîberalan de ku demeke dirêj burjuvaziya sanayiyê û burjuvaziya bazirganiyê destek didane û Muhafazkaran de ku xwediyê erdên mezin destek didan wan, di tevahiya sedsala 19’ê de şerê dijwar çêbû.

Di Şerê Hezar Rojî de, ku 1999-1902’an di navbera Lîberal û Muhafazkaran de hate jiyîn û rê li ber serxwebûna Panamayê vekir, tê texminkirin ku hijmara kesên ku mirin di navbera 60-150 hezarî de bû. Şerê Hezar Rojî di nav şerê navxweyî yê wê serdemê de şerê herî giran bû.

‘LI DIJÎ DIJMINÊ HEVPAR LÎBERAL U MUHAFAZAKAR BÛNE YEK’

1948’an jî di şerê navxweyî de yê di navbera Lîberal, Muhazakar û Partiya Komunîst (PCC) de li gel 4 hezar leşker û polîs, her wiha 3-5 hezar hêzên paralîmîter ên alîgirên desthilatdariya muhazakar jî hatibûn kuştin. Di vî şerê navweyî de ku heta 1960’î dom kir, nêzî 15 hezar serhildêrên muxalîf û li gorî hin jêderan jî nêzî 300 hezar sivîl hatin kuştin.

1953’an piştî darbeya leşkerî ya bi pêşengiya general Rojas Pînîlla milîtanên serhildêr ên lîberal çekên xwe danîn, milîtanên çepgir jî bêhtir bi xeta sosyalîst ve şemitîn. Çepgirên ku çekên xwe nedan ji Şoreşa Kubayê ya 1959’an hîkar bûbûn.

Lê Muhafazakar û Lîberalên ku di şerê navxeyî de dijberên hev bûn, 1957’an desthilatdarî di nav xwe de par ve kirin û Rojas Pînîlla hilweşandin. Piştî vê dîrokê her çend asta şer ketibe jî,  di nav van du beşan de sîstema ku xwe spartî parvekirina desthilatdariyê bi rengekî dijwar pêk hat.

Di vê lihevkirinê de civak zêdetir ber bi Partiya Komunîst (PCC) ve şemitî.

QADÊN SERBIXWE, RIZGARKIRÎ YÊN KU DI ÇÊBÛNA FARC’Ê DE BÛNE XWEDÎ ROL

Di şerê navxweyî yê 1948-1960’î de serketina herî beloq a gundiyên hejar û bê milk û erde ew bû ku bi yekîneyên gerîla yên ku çêkirin li qadên bejahiyê herêmên xwe yên serbixwe ava kirin. Li gel gundiyên ku erdên wan nebûn, gundiyên ku hinek erdên wan hebûn û ew jî bi dest xwediyên gelek erdan ên bi hêzen çekdar ve berdan jî tevlî komên gerîla bûbûn.

Tê zanîn ku 1950’î komên serbixwe yên gundî di nav xwe de jiyana komunal ava kiribûn, wan deman gundên ku jîgehên wan nebûn di heman demê de wê bibûna kana çêbûna Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC). Hejmara van herêman ku xwe bi rengê ‘’komarên serbixwe’ ragihandibûn digihişte 15’an. Di nav van de ya herî girîng Komara Marqutelîa bû.

1957’an bi tifaqa Eniya Netewî, piştî ku Lîberal û Muhazakar li ser desthilatdariyê li hev kirin, êdî bêtehemmûliya wan a li dijî van herêmên rizgarbûyî û serbixwe yên gundiyan nemabû. Li dijî van qadên ku bêhtir li Tolîma û Huîlayê navendî bûbûn, Serokdewletê wê demê Guîllermo Leon Valencîa ku desteka DYA’yê jî dabû pey xwe, 1964’an fermana êrîşê da bi ser Marquetaliayê de.

27’ê Gulana 1964’an ku dema êrîşa bi ser Komara Marqutalîayê de ye, di heman demê de ev dîrok weke dîroka damezirîna gerîlayên FARC’ê jî tê qebûlkirin. Heta 2008’an jiyana xwe ji dest jî dayî, Manuel Marûlanda Velez ku pêşengtiya FARC’ê dikir, 1964’an berxwedana li dijî destwerdana artêşê jî birêxistin kiribûn.

Lê piştî berxwedana çend heftiyan a li dijî artêşa Kolombiya ya bi desteka DYA’yê, bi hatina gerîlayên dî yên ji herêmên rizgarbûyî ‘serekerkaniyek’ hatibû avakirin. Ev pêkhateya ku jê re ‘Bloka Başûr’ (Bloque Sur) dihate gotin li gel Manuel Marulanda ji hêla Jacobo Arensa û Cîro Trûjîllo ve dihate birêvebirin. Gerîlayên FARC’ê her çendî 27’ê Gulana 1964’an dîroka avabûna xwe qebûl bikin jî, di rastiyê de bi vî navî 1966’an xebat kiribûn.

Di vê demê de nedadmendiya civakî ya ku bi sedan salan li Kolombiyayê hebû bi zêdebûnê berdewam dikir. 1960’î ji ber sedema zêdebûna bêkariyê û ji ber sedema ku gundî bê erd mabûn kêfnexweşî zêde bûbû û bi bandora Şoreşa Kubayê ya bi pêşengiya Fîdel Castro ya 1959’an, li dor FARC’ê bûne yek.

Ber bi 1967’an ve piştî ku yekîneyên bi pêşengiya lîderê gerîlayan Cîro Trujîllo li dijî artêşa ji hêla leşkerî ve şikiyan FARC derbasî herêmên Huîla û Tolîma bûn, ku FARC jî bi giştî li van deran şîn hatibû. Bi vê paş ve vekişînê FARC’ê hem hewl da ku geşedana xwe ya raçînkî temam bike û bi konferasnên 1968, 1970 û 1974’an rêxistiniya ‘eniyê’ bêhtir qeyîm kiribû.

FARC ku ji hêla polîtîk ve girêdayî Partiya Komunîst a Kolombiyayê bû, piştî ku 1972’an çeteyên paramîlîter ên xwediyên erdê mezin Çermsor kuştin, her wiha bûbû navenda komên niştecih jî. Lê li gel vê jî tê texmînkirin ber bi 1980’î ve hêza leşkerî ya FARC’ê nêzî 1000 kesî bû.

BI HEZARAN ENDAMÊN UP’Ê KU JI BO DERBASBÛNA SIYASÎ HATIBÛ AVAKIRIN, HATIBÛN KUŞTIN

Li gel FARC’ê şerê ku komên gerîlayan ên Artêşa Rizgariya Netewî (ELN) û Artêşa Rizgariya Gel (EPL) ji  eniya xwe ve dikirin wê piştî 1982’an hê berbelavtir bibûya. Di Konferansa 7’an a 1982’an a FARC’ê de ‘eni’yên ku hijmara wan 24 bû bûne 48 û têkoşîn hatibû berbelavkirin.

Di vê pêvajoyê de di nav çarçoweya muzakereyên 1982’yî de,  bi çarçoweya peymana La Urîbe ya 1984’an agirbest hate ragihandin, FARC 1985’an bi navê ‘’Yekîtiya Welatparêz’ (UP) pêkhateyeke siyasî ava kiribû. Vê pêkhateyê li gel Partiya Komunîst a Kolombiya, bûbû duyemîn hêza siyasî ya FARC’ê û ji bo gerîla derbasî jiyana siyasî bibin bûbû xwedî rolekî girîng.

Lê li gel peymanê jî hatibû fêhmkirin ku wê bawerî bi hêzên paramîlîter ên rastgir nayê  ku bi dewletê re tevdigeriyan. Ji 1985’an heta bi 1994’an nêzî 3 hezar endam û 5 hezar siyasetmedarên Yekîtiya Welatparêz ji hêla polîs, artêş, hêzên paramîlîter û çeteyên narko ve hatibûn kuştin. Di nav wan de yên ku hatibû kuştin Jaîma Pardo Leal jî hebû ku 1987’an  di hilbijartinê FARC’ê kiribû namzetê serokdewletê û her wiha 9 parlamenter jî hatibûn kuştin.

Ji hêla FARC’ê ve ev komkujî bûne sedeme ku helwesteke pênabawer çêbibe. Jixwe pêvajoya aştiyê ya ku 1982’an dest pê kirî, ber bi 1986’an ve qediyabû û şer dîsa dest pê kiribû.

Piştî ku muzakereyên 1982-1986’an bi ser neketin di nav FARC’ê de perspektîfa ku têkoşîn tenê bi rêya çekdarî dikare bi ser bikeve zêdetir xurt bûbû.

PIŞTÎ MUZAKEREYÊN KU BI SER NEKETIN, FARC PIR XURT BÛ

Salên 1990’î piştî rêberê teorîk ê FARC’ê Jacobo Arensa, Manuel Marulanda têkoşîna çekdar zêdetir da pêş. FARC piştî komkujiyên bi ser Yekîtiya Welatparêz de û piştre jî PCC’ê ji hêla siyasî ve pir derb xwar, bû xwedî xeteke serbixwe û bi taybetî jî 1995-1998’an di hêla leşkerî de pir xurt bû.

Beriya vê jî di navbera 1990-1994’an de ji ber sedema biserneketine muzakereyên aştiyê û 1991’ê bi belavbûna Yekîtiya Sowyetan EPL û hin tevgerên gerîla dev ji çekê berdan û vê jî kir ku girîngiya leşkerî ya FARC’ê zêdetir bibe.

Gerîlaya bi çalakiyên mezin ê leşkerî yên 1998’an û ji ber ku li beşekî girîng ê welêt kontrol bi dest xistin, bi Serokdewlet Andreas Pastrana re li ser maseya aştiyê rûniştin. Ji bo muzakereyên ku heta 2002’an dom kirî, qadeke bi berfirehiya 42 kîlometreyî ku 1998’an ji yekîneyên leşkerî hatibû valakirin, hate çêkirin. Li vê herêmê muzakere hatin kirin, li gel ku FARC’ê bi sedan leşkerên ku berê êsîr girtibûn serbest berdabin jî, hikûmet ji bo ku gerîlayan berda ti gav neavêtibû.

Salên 2000’î hejmara gerîlayên FARC’ê bûbû 17 hezar û şîrove dihatin kirin ku dikarîbû hikûmetê birûxîne.

PARALELÎ MUZAKEREYAN PLANA ÎMHAYA MEZIN HÎ HATE AMADEKIRIN

Lê derketibû holê ku paralelî hevdîtinên aştiyê hikûmeta Kolombiyayê vala nesekiniye û Plana Kolombiya ya ku bi hikûmeta DYA’ê re hazir kirî sazkar kiriye. Hejmera yekîneyên leşkerî ku salên 1990’î nêzî 100 hezar bû hildana 350 hezarî, hêzên hewayî têra xwe çek, balafir û helîkoptêr standibûn. Her wiha  di salên 2000-2001’ê de komkujiyên hêzên paramîlîter pir zêde bûbûn. Tê zanîn ku hêzên paramîlîter nêzî 1000 kes kuştibûn û nêzî 1 milyon kes ji şûnwarê wan kiribûn.

Muzakereyên 2002’an dîsa bi ser neketin û şerekî berfireh dest pê kir, Alvaro Urîbe yên ku li şûna Andres Pastra hatî, polîtîkya girankirina şer şopand. Di nav wan wezîran de ku polîtîkaya Urîbe ya bi navê ‘’Ewlekariya Demokratîk’ bi rê ve dibir, Wezîrê Dewletê yê niha Juan Manuel Santos jî hebû.

HÊZÊN PARAMÎLÎTER BI DEH HEZARAN SEMPATÎZANÊ FARC’Ê KUŞTIN

Piştî ku lîderê FARC’ê Manuel Marulanda bi krîza dil 2008’an mirî, ji hêla leşkerî ve tengezar bû û di vê demê de hêzên paramîlîter 15 hezar sivîl kuştin. Derketibû holê 80 ji 100’î yên yê 20 hezar sivîl û siyasetmedarên ku di salên 2002-2006’an de hatibûn kuştin ji hêla hêzên paramîlîter ên hikûmetê ve hatibûn kuştin.

Şerê qirêj ê dewleta Kolombiya ku bi deh hezaran sivîl kuştibû, heta 2006’an ku ev hêzên paramîlîter weke ‘’Yekîneyên Parastina Kolombiyayê’ (AUC) derketibû holê, berdewam kribû. Lê piştî vê jî şerê çekdarî dom kiribû û gerîla li gel ku windahiyên mezin didan jî, li beşekî girîng ê welêt karîger bû.

Piştî mirina lîderê damezirîner ê FARC’ê Manuel Marulanda, ku 2008’an bi krîza dil miribû, lîderên dî Raul Reyes û Ivan Rîos 2008’an û lîderê leşkerî Jorge Brîceno jî 2010’an jiyana xwe ji dest dabû. Piştî 2008’an mirina Marulanda Alfonso Cano yê ku bû lîder 2011’an bi operasyoneke leşkerî de hate kuştin û piştî wî bi navê kod ‘Tîmeşenko’, Tîmoleon Jîmenez bûbû lîder.

Paralelî vê Alvaro Urîbe ji ber sedema rêgaza hilbijartina 2 serdeman a 2010’an, Juan Manuel  Santos bûbû serokdewlet. Peymana aştiyê ya ku sala çûyî hate danîn jî bi vîna Santos û Jîmenez 2012’an li paytexta Kubayê, Hawanayê dest pê kiribû.

Êdî teqez bûbû ku şerê ku ji beriya 1960’î ve dest pê kiribû û ji 1964’an ve bûbû sedema mirina 260 hezar mirovî were bidawîkirin.

QONAXA PÊŞÎ YA PEYMANÊ HETA 27’Ê HEZÎRANÊ WÊ WERE TEMAMKIRIN

Di nav çarçoweya şer de ku ji 1964’an ve dom dikri û bûbû sedema mirina 260 hezar mirovî bi kêmanî dawî şer êli dijî FARC’ê hatibû. Li gorî peymanê, di qonaxa pêşî de, bi çavdêriya NY’yê divê gerîlayên ku hejmara wan  7 hezar çekan deynin, ku ev pêvajo hê jî berdewam dike.

Heta 19’ê Hezîrana 2017ân 5 hezar û 800 gerîla çekên xwe dane mîsyona NY’yê, danîna çekê ji bo ku FARC derbasî jiyana siyasî bibe weke qonaxeke girîng tê dîtin.

Serokdewlet Juan Manuel Santsoz têkildarî vê qonaxê ku têp ayin 27’ê Hezîranê biqede, gotibû, bi danîna çekan re ji bo ku derbasî jiyana sivîl bibin wê rojeke girîng be.

Gerîlayan 60 ji 100’î yên çek û cebilxaneyên xwe radest kirin, tê payin ên ku mane jî wê radestî NY’yê werin kirin.

XWEDIYÊN GELEK ERDAN DIBE KU ASTENGIYAN DERBIXIN

Lê li Kolombiya qonaxa herî girîng a aştiyê hê dest pê nekiriye. Bi refroma erdê ku tê texmînkirin maliyeta wê wê 40 milyar dolar be, tê plankirin ku gundiyên ku erdên wan ji dest wan hatine standin tevlî hilberandinê bikin û dawî li mexdûrbûna bi milyonan kes were.

Yek ji rîska herî girîng ku aştiya Kolombiyayê bi ser nexîne, bêtehemmûliya xwediyên gelek erdan ên li dijî vê aştiyê ne. Zanyarê siyasetê yê Kolombiyayî Fernando Gîraldo dijberên herî mezin peymana aştiyê, xwediyê erdên gelek destnîşan dike.

Li gorî Gîraldo ji ber ku FARC di encama serhildana gundiyan de derketiye holê û wê bibin xwedî derfet ku  pergala newekhev a welêt rexne bikin, derbasbûna wan a li qada siyasî jî van beşan ditirsîne.

HILBIJARTINA 2018’AN DIBE KU PÊŞIYA AŞTIYÊ BIGIRE

Li Kolombiyayê li gel şerê navxweyî yên van du sed salên dawî, sedema herî girîng a ku bû sedem şerê di navbera FARC’ê û hikûmetê de 52 salan dom bike jî, şerê hêza siyasî ya welêt tê nîşandan. Balkêş e ku hemû salên ku muzakereyên aştiyê yên di navbera FARC’ê û hikûmetê de bi ser neketin jî rastî li wan salên hilbijartina serokdewletiye tê (1986, 1995, 2002).

Yek ji pisporê Enstîtûya Têkiliyên Navnetewî yê Fransayê Jean-Janques Kourlîandsky 19’ê Hezîranê di hevpeyvîneke Le Mondeyê de ev xal destnîşan kiribû. Kourlîandsyk desnîşan kir ku bajarên ku zêde bandora şer nedîtin di referandûma Cotmeha 2016’an de gotine ‘na’ û helwesta li dijî Juan Manuel Santos ku dema peywira wî wê biqede jî, wê berdewam bike.

Teqez xuya dike ku di hilbijartina 2018’an de Alvaro Urîbe û alîgirên wî, wê dijberiya xwe ya bi  FARC’ê re û îdîaya ku ‘tawîz dane FARC’ê pir bi kar bîne’ bidomînin.

DIBE KU ÇETE GUNDIYAN BIKIN HEDEF

Kourlîandsky bi bîr dixe ku Kolombiya ji hêla dîrokî ve ‘çanda tundiyê ye’ û got her çendî FARC çekan berde jî, ELN ku hê jî muzakere têne kirin, çekên xwe nedanîne. Kourlîandsky dibêje astenga herî mezin a li pêş aştiyê çeteyên narko, hezên paramîlîter û rêxistinên dî yên mafyayê ne ku li welêt hê jî têra xwe karîger in.

Kourlîandsky diyar dike, tê plankirina ku gundî erdên xwe bi dest xisin û ji bo vê jî dibe ku ew bi çeteyan re ku bi rengekî mafyayê dest li ser erdên wan danîne hevrû bibin û dibe ku ev kom dest bi komkujiyên gundiyan jî bike.

WÊ PROVAKSYON ZÊDE BIBIN

Ji ber beşên li dijî pêvajoya aştiyê zêde ne jî li ser aştiya bi FARC’ê re fikar zêde ne. Di referandûma 2016’an de tenê 38 ji 100’î yê gel tevlî referandûmê bû û tenê nêzî nîviyê van gotin ‘erê û ev rewş jî dibe sedema fikaran.

Bi taybetî jî ji ber sedema zêdebûna alîgirên ‘na’yê, dibe ku provakasyon peymana aştiyê têk bibin. Herî dawî 18’ê Hezîranê li paytext Bogotayê teqîn çêbûbû û 3 kes miribûn.

Bi êrîşên wiha ku ‘hîsa ewlehiyê’ yê welêt ji xwe re dikine hedef, dibe ku beriya hilbijartina 2018’an û piştî wê wêrekî bi gotinên radîkal û kirinên radîkal re çêbike.

HEKE FARC BIKARIBE ALÎGIRÊN AŞTIYÊ BÎNE CEM HEV…

Her çendî hilbijartina 2018’an weke astenga herî mezin a li pêş aştiyê were dîtin jî rola FARC’ê ya ku derbasî têkoşîna siyasî bûy ejî dikare guherînên mezin bi xwe re bîne.

Tîmoleon Jîmenez an jî bi navê xwe yê rastî Rodrîgo Londono ragihandibû ku di hilbijartina 2018’an de ew ê hewl bidin ku namzetekî ku bikaribe hemû alîgirên aştiyê temsîl bike bibînin. Jîmenez diyar kiribû ku ew dixwazin namzetê wan bi taybetmendiyeke wiha be ku ti partî li dij dernekevin.