Li Kolombiyayê di çalakiya protestoyî de 11 kes mirin

Di çalakiyên li paytext Bogota û gelek bajarên din ên Kolombiyayê li dijî tundiya polîsan hatî lidarxistin de, 11 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn.

Ji roja Çarşemê heta niha li welat li dijî tundiya polîsan çalakî hene. Serokê Şaredariya Bogota Claudîa Lopez diyar kir ku li bajêr 7 kes hatine kuştin û temenê wan di navbera 17-27 de ne.

Rayedarên li banliyoya Soacha ya Bogota yê diyar kirin ku li bajêr 3 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Agahî hate dayîn ku jinek jî di encama qelibîna otobusa hatî dizîn de jiyana xwe ji dest da.

Serokê Şaredariya Paytextê jî destnîşan kir ku li bajêr 66 jê bi guleyên çekan, 12 jê bi kerê, bi giştî 175 kes birîndar bûne.

Li bajarê Mendellîn a dikeve bakurê rojava û bajarê Calî ê dikeve başurê rojava welat jî şer derketin. Hate destnîşankirin ku hikumetê ji bo teqwiyeyê 1600 polîs û 300 leşkerên din şandine herêmê.

Serokê Şaredariya Bogotayê yê mûxalifê Serokkomar Ivan Dugue yê rastgir wiha bertekên xwe nîşan da: “Delîlên ji bo piştrast kirina karanîna çekan ya bê cudahî ji aliyê polîsan ve hene. Ev perwerdeyek çawa dibînin ku bi vî şêweyî bi giştî êrîşên bê pîvan li ser çalakgeran dike.”

Li aliyê din jî li gorî hikumetê, di dema çalakiyan de 56 kes ji ber “talankirin” a qerekola polîsan û “tundiya li dijî polîsan” 77 kes hatin destgîrkirin.