Li Kendawê rageşî: Baregeha çavdêriya Ewropa ya bi navendîbûna Ebû Debî

Di bin sêwana baregeha deryayî ya Fransî ku dikeve girava Ebû Debî ya girêdayî Emîrtiya Ereban a Yekgirtî (EEY), ji bo çavdêriya deryayê yekeyekî fermandariyê ya Ewropa hate damezrandin.

Wezîra artêşa Fransayê Florence Parly bi daxuyaniya ji AFP’ê tr dayî, de diyar kir ku ji bo xaleke çavdêriyê ya deryayî ya girêdayî Ewropa li ser axên EEY’ê ava bikin lihevkirine.

Li gorî Parlyê ew xala çavdêriyê bi mebesta ewlebûna hat û çûyîna deryayî ya li kendavê tê avakirin. Hê nayê zanîn ka ew navendwê kengî bikewe dewrê.

Piştî ku DYE xwe ji peymana atomî ya bi Îranê re paşve kêşa, di nava wan mehên dawî de li kendavê bi êrîş û desteserkirinên keştiyên petrolê re rageşî zêde bûye.

Fransa û gelek welatên Ewropayê red kiribûn ku li gel DYE’ê tevlî erka parastina keştiyên di serî de li Tengava Hurmuzê li tevahî kendavê bibin. Parly diyar kir ku hewldanên Ewropa bi temamî ji berewajî tişta ku DYE îdîa kiribû ye û got: “Em ê bi Emerîkayiyan ve koordîne bikin.”