Li Kendavê çi diqewime?

Serokê DYA’yê Donald Trûmp, piştgiriya xwe ya ji Kralê Siûdî Salman û prens Bîn Salman dîsa diyar kir.

Trûmp got ku, li Siûdî Erebistanê kesên ku bi sûcdariya nelirêtiyê hatine girtin, welat êşandine. Trûmp li ser twîtterê got ku, “Baweriya min a bi Kral Salman û prensê wê re zêde ye. Ew dizanin ku ew çi dikin.”

TRÛMP WELATÊN KENDAVÊ HIŞYAR KIRIBÛ

Serokê DYA’yê Trûmp piştî ku bû serok, yekemîn serdana xwe ya li derveyî welat, di meha Gulanê de li Riyadê kiribû. Trûmp di serdana xwe ya Riyadê de giran axivîbû. Trûmp monarşiyên Ereban tehdît kiribû û diyar kiribû ku heke helwesta xwe neguherînin wê wan tenê bihêle.

LI SIÛDÎ EREBISTANÊ PAQIJÎ

Piştre pêşveçûn zêdetir bûn. Li Siûdî Erebistanê ji 4’ê Mijdarê û heta niha 1.300 kes hatine binçavkirin. Yên gumanbar bêtir endamên klana Abdûllah in. Lê di nav wan de hinek kes hene ku dikarin taca Kraltiyê jî werbigirin. Hinek gumanbar ketin girtîgehê û hinek jê jî li otêla Rîtz-Carltonê de hatine girtin û di bin çavdêriya polîsan de ne.

Li Kraltiya Siûdiyê cara pêşîn nîşandana hêzê ya bi vî rengî tê kirin. Di nav malbata Kraliyetê de, berê jî şerên desthilatdariyê hatibû jiyîn. Lê a niha tê gotin ku Kral Salman dixwaze hevsengiya di nav klanan de bi dawî bike.

Li Kraliyetê ji zû ve ye sinyalên guherînê tê. Bîn Salman ê ku prensê welîaxt e, di çarçoveya projeya vîzyona 2030’an, plansaziya hin reformên ekonomîk û civakî dike. Hinek kes ji vî tiştî re dibêjin, “Şoreşa qesrê.”

LI HERÊMÊ BLOK KÛRTIR DIBE

Ji bo temambûna vê şoreşê tê diyarkirin ku Kral Salman gelek kesên nifşê duyemîn bêbandor kiriye û berê xwe daye nifşê sêyemîn. Li ser navê têkoşîna li dijî nelirêtiyê, di cîhana warê bazirganiyê de jî paqijiyê dike.

Vê krîza di kraliyetê de pêk tê ya ku dema li Rojhilata Navîn şerekî parvekirinê heye, ne tesaduf e.

Krîza li Siûdî Erebistanê di dema kûrbûna blokan de pêk hat. Li aliyekî Rûsya, Îran û hevkarên wan ên li cîhana Ereban, li aliyê din jî bloka DYA, Siûdî Erebistan û Misir balê dikêşin.

Qadên şer jî Sûriye, Yemen, Iraq, Bahreyn û Lubnan e. Washîngton dixwaze Iraqê têxe bloka xwe. Lê li gorî hin pisporan Irak ji zû ve ketiye bloka Îran-Rûsyayê. Tirkiye ya ku endama NATO’yê ye jî xwe nêzî bloka Rûsyayê dike.