Li Kendava Îranê dronek hate xistin

Artêşa Îranê ragihand ku li herêma Bender Mahşehr a li Kendavê balafireke keşfê ya bê mirov ‘a nehate naskirin’ xistine xwarê.

Tasnim a yekem ji ajansan agahî derbas  kir, drona ku di dema tetbîqadê saetên şevê de hate xistin,îşaret bi wê yekê kir ku dibe  droneke ya Îranê bi xwe be ku di dema qonaxa ceribînê ya sîstema parastinê ya hewayî be.

Ajansa nûçeyan a Îsna jî ragihand ku sîstema parastina hewayî di saetên sibê de hatiye aktîfkirin, li amûreke ku li esmanên qada hewayî ya Bender Mahşehr a li eyaleta Xûzistanê difiriya hatiye xistin.

Li gorî nûçeya Tasnim a nêzî aliyên muxalifan e, Waltiyê Xuzistanê Gulamreza Şerîatî diyar kir ku balafira keşfê a bê mirov li qadeke çiravê ketiye û parçeyên wê ji aliyê hêzên bi çek ve hatiye dîtin.

Piştî 23’ê Cotmehê xistina droneke Îranê ya li eyaleta Huzistanê û şûnde, di nûçeyên hatin parvekirin de, hatibû ragihandin ku droneke nenas hatiye xistin. Lê pêştre Ajansa Nûçeyan a Fars ev agahî direwandibû, diyar kiribû ku drona girêdayî Muhafizên Şoreşê bi lezgîn daniye erdê.

Piştî 20’ê Hezîranê xistina droneke DYE’yê û şûnde DYE û Îran li ber hev rabûbû û ketibûn amadekariyên şer. Tehranê anî ziman ku drona mijara gotinê sînorê wan ê esmanî derbas kiribû, her wiha Washîngtonê jî ragihandibû ku li sînorên esmanî yên navneteweyî bû.