Li Kazakistanê helîkoptera leşkerî ket, 13 kes mirin
Helîkopterek bi tîpa Mi-8 a Wezareta Parastinê ya Kazakistanê kete xwarê, 13 kes mirin.
Helîkopterek bi tîpa Mi-8 a Wezareta Parastinê ya Kazakistanê kete xwarê, 13 kes mirin.
Serokkomarê Kazakistanê Kasim-Jomart Tokayev li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir, helîkopterek Wezareta Parastinê roja Çarşemê li herêma Kizilorda ketiye xwarê.
Tokayev ragihand, helîkopter di çarçoveya tetbîqata leşkerî ya navbera Aktav û Çîmkentê de difiriya ketiye xwarê.
Tokayev diyar kir ku daxwaza lêpirsînê kiriye û sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane xwest.