Li Katarê koledarî: 3 karkerên din jiyana xwe ji dest dan
Li Katarê ku karker di şertên dijî mirovan de dijîn, 3 karkerên din ku di avahiya artêşê de dixebitîn jiyana xwe ji dest dan.
Li Katarê ku karker di şertên dijî mirovan de dijîn, 3 karkerên din ku di avahiya artêşê de dixebitîn jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ajansa fermî ya QSN’ê, di daxuyaniya hêzên artêşê de hate diyarkirin ku 3 karker bi qezayê mirine û hin karkerên din jî birîndar bûne. Têkildarî nasnameya karkeran û hejmara birîndaran de agahî nehate dayin.
Hezîrana 2013’an jî li devereke ku karker lê diman şewat derketibû û di encamê de 13 kes miribûn.
Li Katarê şertên ku karkerên biyanî lê dixebitin tim dibe mijara rexneyan. Tê gotin karkerên di şantiyeya Şampiyona Futbolê ya Cîhanê ya 2022'an de dixebitin di nav şertên ne baş de ne û bêyî ku ewlehiyeke wan hebe dixebitin. Rewşa karkerên li Katarê weke koledariya modern tê pênasekirin.
Li gorî daxuyaniyên fermî yên ku li şantiyaya Şampiyoniya Futbolê ya Cîhanê, di van 7 mehên dawî de 2 karkerên din jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin hejmara rastîn gelekî zêdetir e, ji ya ku tê gotin.
Saziyên Katarê 13’ê Kanûna 2016’an diyar kirin ku dawî li sîstema karkerên biyanî ‘kafala’ayê anîne. Li gorî sîstema ‘kafala’ ku li Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî, Siûdî, Katar, Bayreyn, Urdunê, her karkerekî biyan divê girêdayî şîrketeke karsazê Katarî be. Karker bêyî destûr van kes û dezgehan nikarin karê xwe biguherin û derkevin derveyî welêt.
Li gorî rêxistinên mafê mrirovan Katarê tenê navê sîstemê guherand. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan, HRW’yê, "Karker hê jî nikarin dev ji kardarên xwe biqerin û ji bo ku biçin derveyî welêt divê destûrê bistînin."