Li Katalonyayê bi sed hezaran kes ji bo girtiyan daketin qadan

Li Katalonyayê bi sed hezaran kes ji bo Carles Pûîgdemont û lîderên wan ên li girtîgehan daketin qadan.

Bi banga siyasetmedarê Katalan ê li Elmanyayê dîlgirtî Carles Pûîgdemont, bi sed hezaran kes bi daxwaza azadiyê li Barselonayê daketin qadan.

Katalan xwestin, bi dehan siyasetmedarên ku piştî referandûma Serxwebûna Katalonyayê ya Cotmeha 2017'an hatin girtin, bên berdan. Xwestin ku di serî de Pûîgdemont, siyasetmedarên din ên li sirgûnê karibin vegerin welatê xwe.

Serokê Herêma Katalonyayê Joaqûîm Torra û gelek siyasetmedar, hunermend û sportvanên Katalan jî tevlî xwepêşandana mezin bûn.

Katalonyayê piştî referandûmê 27'ê Cotmeha 2017'an serxwebûna xwe îlan kiribû, lê belê hikumeta navendî ya Spanyayê bi xala 155'an a destûra bingehîn re hemû saziyên xweser ên Katalonyayê betal kiribû û biryara hilbijartina pêşwext dabû. Gelek siyasetmedar hatibûn girtin û tevî Pûîgdemont hinek siyasetmedar jî neçar mabûn berê xwe bidin sirgûnê. Di hilbijartinên pêşwext ên 21'ê Kanûna 2017'an de partiyên alîgirê serxwebûnê careke din bi ser ketibûn.

Piştî ku Partiya Mûxafazakar a Spanyayê (PP) ji desthilatdariyê ket, Partiya Sosyalîst (PSOE) ji bo rageşiyê kêm bike hin gav avêtibû. PSOE dabû xuyakirin ku weke gava destpêkê, girtiyên Katalan dikarin ji bo girtîgehên bajarên ku malbatên wan lê ne bên veguhastin.