Li Karadenîzê 2 keştî li hev qelibîn

Li peravên Kîlyos ê Karadanîzê keştiyekî bar ku lawirên zindî li nav bû li keştiya şer a Rûsya qelibî. Piştî qezayê 45 leşkerên Rûsya hatin rizgarkirin, lêgerîna ji bo rizgarkirina 15 leşkaran jî hê didome.

18 mîl li peravên Kîlyosê keştiya leşkerî ya Rûs û Keştiya bar a Togo ya ku lawirên zindî li nav bû li hev qelibîn.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hate dayîn, li Bendera bi navê Fîloya Karadenîzê keşiya lêkolînê 40 kêlometre li bakurê rojavayê Tengava Stenbolê bi keştiya bi navê Aşot-7 ku nayê zanîn girêdayî kîjan welatîye qelibiye. Nehateiya zanîn ka personelên keştiya lînanê mirine yan jî birîndar bûne.

Di encam qelibînê de kunek li keştiyê bûye. Hat diyarkirin ku piştî qeilbînê balafira An-26 û tîmên rizgarkirinê çûne herêmê.

Reûters jî diyar kir ku piştî qezayê 45 leşkerên Rûsya yên ku ketibûn behêr de hatin rizgarkirin, lêgerîna ji bo rizgarkirina 15 leşkeran jî didome.

Hat diyarkirin ku li cihê ku qeza qewimî mijek tarî heye.