Li Kandaharê ji ber teqîna mînîbusekê 6 kes mirin
Li bajarê Kandahar ê Afganîstanê, mînîbuseke ku bombe lê hatibû bicihkirin li cihekî nêzî sûkê teqiya. Ji ber teqînê 6 kes mirin.
Li bajarê Kandahar ê Afganîstanê, mînîbuseke ku bombe lê hatibû bicihkirin li cihekî nêzî sûkê teqiya. Ji ber teqînê 6 kes mirin.
Teqîn roja Sêşemê li dora bendeke kontrolê ya nêzî sûka sereke rû da. Li gorî rayedarên nexweşxaneyê, 6 kes mirin, zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn.
Servîsên îstîxbaratê ragihandin ku mînîbusa bombebarkirî li kargeheke mekanîk hatiye tespîtkirin, lê di dema xwe de nekarîne bê bandor bikin.
Heta niha kesî berpirsyariya êrîş li xwe negirtiye.
Kandahar li başûrê Afganîstanê ye. Ev bajar weke yek ji kelehên Talîbanê tê naskirin.