Li Kandaharê 16 kes mirin

Li Kandaharê ya Efganîstanê dema ku dihate xwestin wesayiteke bombekirî were bêbandorkirin teqîn çêbû û di encamê de 16 kes bi teqînê re hatin kuştin.

Li mezintirîn bajarê başûr ê welêt wesayiteke bombekirî hate tespîtkirin. Hêzên ewlehiyê dema ku hewl dan ku wesayita bombekirî bêbandor bikin wesayit teqiya.

Destpêkê hatibû gotin 6 kes di encama teqînê de hatine kuştin. Li gorî daneyên nû 16 kes hatin kuştin û 38 kes birîndar bûne. Tê gotin piraniya kesên ku di teqînê de hatine kuştin sivîl in. Jêderkên nexweşxaneyê gotin dibe ku zêdetir kes jî bimirin. Ji ber ku tê gotin di bin kavilan de gelek mirov asê mane.

Hê kesî êrîş neaniya ser xwe. Rayedaran gotin ew hê pê nizanin bê ka wesayit ji bo ku niha biteqînin hatiye hazirkini an ji bo demeke dî hatiye hazirkirin.

Ji destpêka Rojiyê 17’ê Gulanê ve  ev bû cara duyan ku teqîn çêdibin û sivîl têne kuştin.

Înê li Celabadê dema lîstika krîketê 3 teqîn çêbûbûn, di encamê de 8 kes hatinbûn kuştin û 45 kes birîndar bûbûn. Çeteyên DAÎŞ’ê êrîş anîbûn ser xwe.

Êvara Sêşemê li Gazniyê ya başûrê Qabûlê bi ser hêsên polîsan de êrîş çêbûbû, 16 polîs hatibûn kuştin û 15 jê birîndar bûbûn. Tê gotin ev êrîş karê Talîbanan bûye.

Talîban, zêdetir li herêma Kandaharê û li başûr, rojhilatê Efganîstanê çalak in.